NATO: Sistema S400an, dinav sistema mûşekî ya endamên NATO de nayê bikaranîn!
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Giştî yê NATOyê dibêje, tu plana wan nîn e, ku sîstemên S-400 bixin nav sîstema tu welatekî ku endamê NATOyê ye.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Brukselê derbarê sîstemên S-400 ku Tirkiye ji Rûsyayê kirîn e got, tu plana NATOyê nîn e, vê sîstemê bixe nav sîstemên tu welatekî ku endamê NATOyê ye.
Her weha, balkişand ser nakokiya navbera Amerîka û Rûsyayê û got, ew qebûl nakin, careke din li cîhanê pêşbirka xwe biçekkirinê destpê bike.
Berpirsên Tirkiyê didin xuyakirin, ew dixwazin sîstemên asîmanî yên NATO û sîstemên S-400 bihevre bikar bînin.
C.B