Parlemana Kurdistanê deng li ser diyarkirina Roja Komkujiya Êzidiyan dide
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Parlemana Kurdistanê dicive û li gor karnameya civînê jî, deng li ser pêşniyaza diyarkirina 3ê Tebaxê wek Roja Komkujiya Êzidiyan dide.
Parlemanta Kurdistanê roja 1ê Tebaxê bo xwendina duyem a pêşnîyaza ( biryara diyarkirina roja 3ê Tebaxê wek roja komkujîya Êzdîyan) civiyabû û perlemantaran nerînên xwe li ser wê pirojeyê nîşandan.
Roja 3ê Tebaxa 2014 çekdarên DAIŞê yên terorist êrişî devera Şingal ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan Kurdên Êzîdî kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên Êzîdî revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.
Li gor dawî amarên Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan hîna çarenivîsa 2908 jin, zarok û mêrên Êzidî ne diyar in.
S. B