Nêçîrvan Barzanî: Ranawestin ta Êzdiyên revandî vedigerînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera 5emîn a jenosaydkirina Êzidiyan peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li tûra civakî “Twitter” peyamek belav kir û tê de hat: “Di salvegera pêncemîn a jenosaydkiina Êzidiyan li Şingalê, ew kesên bûne qurbaniyên çekdarên DAIŞê yên dirinde bibîr tînin.”
Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Em ranawestin ta terorê jinav dibin û revandiyan vedigerînin.”
Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Netewên Yekgirtî dike, wê karesatê bi jenosayd nas bike û hewl jî bide bo karesatên hevşêwe dubare nebin.
Roja 3ê Tebaxa 2014 çekdarên DAIŞê yên terorist êrişî devera Şingal ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan Kurdên Êzîdî kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên Êzîdî revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.
S. B