Mesrûr Barzanî: Ji bo kêmkirina êş û azarên Êzidiyan her hewlekê didin

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya derbasbûna 5 salan bi ser dagîrkirina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve û jenosaydkirina Êzidiyan peyamek belav kir û ragihand, Bi hevkariya her du Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal jî, hewlekê dikin ji bo kêmkirina êşên xwişk û birayên me yên Êzidî û vegera koçberan ser mal û milkên xwe û qerebûkirina kesên ber ziyanên komkujiya Şingalê ketine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya derbasbûna 5 salan bi ser dagîrkirina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve û jenosaydkirina Êzidiyan peyamek belav kir û ragihand, Bi hevkariya her du Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal jî, hewlekê didin ji bo kêmkirina êş û azarên xwişk û birayên me yên Êzidî û vegera koçberan ser mal û milkên xwe û qerebûkirina kesên ber ziyanên komkujiya Şingalê ketine.

Herwiha di peyamê de hat: “Îro salvegera komkujiyeke mezin bibîr tînin, berî 5 saln teroristên DAIŞê bajarê Şingalê û derdora wê dagîr kir û di encamê de xelkê deverê bi taybet xwişk û birayên me yên Êzidî rastî kuştina bikomî û jenosaydê bûn û bi hezaran hatin revandin û bi hezaran jî koçber û derbider bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi êşên Êzidiyan dike û dibêje: “Êzidî di dirêjahiya dîrokê de rûbirûyî dehan fermanên qirkirinê bûne, ku hemû diçin xana jenosaydkirinê, ku piştre komkujiya Şingalê bû. Lê tevî wan hemû karesat û qurbaniyan jî. Êzidî her dem berevanî li nasnameya xwe ya olî û netewî kirin û wek beşeke resen a gelê Kurd man.”

Herwiha di peyamê de hat: “Pêwîst e li vir amaje bi rola meydanî û fermandariya rasterast a Cenabê Serok Barzanî û qurbanîdana hêza Pêşmerge bikin, ku bi azayetî Şingal û hemû deverên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn dagîrkirin, azad kirin. Herwiha rola xelkê Kurdistanê jî di hevkarîkirina û bi hawarhatina bi xwişk û birayên me Êzidî bilind dinirxînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: “Em di demekê de ne ku vê bîranîna xembar bibîr tînin, destxweşî li Parlemana Kurdistanê dikin bo diyarkirina roja 3ê Tebaxê wek roja jenosayd û Komkujiya Êzidiyan. Herwiha kar ji bo yekalîkirina çarenivîsa Şingalê û hemû navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dikin, bi hevahengiya bi Hikûmeta Federal re û li gor destûrê.”

Diyar kir jî: “Bi hevkariya dostên me û rêxistinên navdewletî jî kar dikin ji bo jensaydnasandina wê tawana mezin li ser astê cîhanê û dadgehkirina encamderên wê dikin. Bi hevkariya her du Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal jî, hewlekê didin ji bo kêmkirina êş û azarên xwişk û birayên me yên Êzidî û vegera koçberan ser mal û milkên xwe û qerebûkirina kesên ber ziyanên komkujiya Şingalê ketine.

Di dawiya peyamê de hatiye: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hewlên xwe berdewam dibe bo zanîna çarenivîsa hemû ew xwişk û birayên Êzidî yên ji aliyê teroristan ve hatine revandin û ta niha nehatina azadkirin.”

 

S. B