Tirkiye: Amerika pêwistiyên hevpeymaniyê bicîh nake!

Cavuşoglu da zanîn: Amerika hevpeymanê me yê stratejîk e, lê pêwistiyên hevpeymaniyê pêk nayîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezirê Derve yê Tirkiyê Mevlud Cavuşoglu dibêje: Wan du daxwaz ji Amerika hene. Ya yekem:  Pêwendiyên xwe li gel PYD bibire û ya Duyem jî: Fethulahçiyên li Amerika radestî wan bike.

Cavuşoglu da zanîn: Amerika hevpeymanê me yê stratejîk e, lê pêwistiyên hevpeymaniyê pêk nayîn e.

Çavuşoglu Ambargoya li ser Iranê jî wek xeletiyek mezin binav kir.

Mevlud Çavuşoglu - Wezirê Derve yê Tirkiyê diyarkir:

“Amerika pêwist e gavên berbiçav bavêje. Di bingeh de, em dixwazin pêwendiyên xwe, ligor çarçoveya hevpeymaniya stratejik, ligel Amerika berdewam bikin. Me du daxwaz ji Amerika hene. Ya yekem: pêwendiyên xwe li gel YPGê bibire û alîkariyê neke. Ya duyem jî: Fethulahciyên li Amerîka radestî me bike. Ji aliyek din ve projeya F35, biryara betalkirinê, li gel hevpeymaniyê nagunc e. Herwiha, ambargoya liser Iranê jî, em rast nabîn în”.

 

 

 

C.B