Brîtanya hevpeymaniyeke nû li dijî Îran û Rûsya pêk tîne

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab ragihand, piştî vekişîna ji Yekîtiya Ewropayê, welatê wî dixwaze pêwendiyên aborî bi welatên ne Ewropî re bihêz bike û hevpeymaniyeke nû li dijî Îran û Rûsyayê pêk bîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab ragihand, piştî vekişîna ji Yekîtiya Ewropayê, welatê wî dixwaze pêwendiyên aborî bi welatên ne Ewropî re bihêz bike û hevpeymaniyeke nû li dijî Îran û Rûsyayê pêk bîne.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê dest bi serdaneke dîplomasî bo welatên Kanada û Meksîk kiriye, çavê wî li wê yekê ye, piştî bidawînûna “brexit” pêwendiyên bi welatên li derveyî Yekîtiya Ewropa re bihêztir bike.

Berî serdana Dominic Raab, Wezareta Derve ya Brîtanyay di daxuyaniyekê de ragihand, Brîtanya hewl dide pêwendiyên aboriyê bi welatên ne Ewropî re xurt bike. Ji bilî wê jî dixwazin hevpeymaniyeke bihêz bo parastina yasa û sîstema navdewletî û çareserkirina pirsgirêkan pêk bînin, ku bûne gefek li ser ewlehiya Brîtanyayê.

Got jî: Hevpeymaniya nû dê bo rûbirûbûna riftarên Îranê û kiryarên Rûsyayê yên aramiya Ewropa têk dide be. Herwiha bo rûbirûbûna teror û keşûhewayê be jî.

Brîtanyayê duhî ragihandibû, ew tevlî tîma navdewletî ya bo gerentîkirina selametiya tevgera bazirganiyê li Kendava Erebî ya bi serokatiya Amerîka dibe.  

 

S. B