Çavuşoglu: Vê care rê nadin, Amerika me bide mijûlkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê radighîne: Ew rê nadin, ku pêvajoya rêkeftina herêma ewle bibe pêvajoya mijûlkirina Tirkiyê.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu bi kombûneka rojnamevanî di derbarê rêkeftina Amerîka Tirkiyê ya li ser herêma ewle axifî û da zanîn, ko rêkeftina wan ji bo pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê, destpêkek baş bû. Lê, ew rê nadin, ev rêkeftin bibe wekî pêvajoya rêkeftina Minbicê, û bibe mûjilkirina Tirkiyê. Çavuşoglu herwiha eşkere jî kir, dê civîna sêqolî ya Serokê Rusyayê Vladîmîr Putîn, Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Tirkiyê di 11ê Îlonê de birêve biçe.
C.B