Encumena Şaredariya Bajarê Nû ya Diyarbekirê di civînan de cilên Kurdî li xwe dikin

Rayedarên Şaredariya Bajarê Nû ya Diyarbekirê, biryarek giştî da, ku civînên xwe yên Encumena Şaredariyê, bi cil û bergên Kurdî bikin. Hevserokê Şaredariyê da zanîn, ku ev biryar, ji bo nîşaneya yekîtiya Gelê Kurd hatiye dayîn.

K24- Amed

Rayedarên Şaredariya Bajarê Nû ya Diyarbekirê, biryarek giştî da, ku civînên xwe yên Encumena Şaredariyê, bi cil û bergên Kurdî bikin. Hevserokê Şaredariyê da zanîn, ku ev biryar, ji bo nîşaneya yekîtiya Gelê Kurd hatiye dayîn. Endamê Encumena Şaredariyê jî da zanîn, ku Komîsyona wan a çand û Zimanê Kurdî her dem li qadan e û daxwaziyên welatiyan ji bo encumenan radigihînin. Rayedarên şaredariyê gotin, ku dê xebatên wan, ên li ser çand û Zimanê Kurdî, bi vekirina sazî û dezgehan û navendên çand û hunerê, berdewam bikin.

Encumena Şaredariya Bajarê Nû ya navçeya navendî ya Diyarbekirê, biryar da ku ji niha û pê ve civînên xwe yên mehane, bi cil û bergên Kurdî bikin û piştî dayîna vê biryarê, ji bo nûnertiya her herêmê cil û berg hatine lixwekirin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Nû ya Diyarbekirê Mehmet Devîren got; her milet bi çand û zimanê xwe dikare hebûna xwe bide qebûlkirin loma xebatên wan jî dê li ser çand û Zimanê Kurdî zêde bibin.

Mehmet Devîren-hevserokê Şaredariya Bajarê Nû ya Diyarbekirê, got:"Hevalên me yên Êzidî temsîl dikin, gelek hevalan cil û bergên pêşmegeyan li xwe kirin, gelek hevalan cil û bergên Ermeniyan li xwe kirin. Me wekî wekheviyê, biratiyê nîşan da. Ew biryara me dê bidome û ez bawer dikim ku dê ev biryar li hemû şaredariyên me jî were dayîn. Lê em nabêjin tenê cil û bergên me di hêwana encumenê de bin, em dixwazin vê rêbazê bikin nav herêmê û li her qada jiyanê, cil û bergên xwe li xwe bikin."

Ji bilî biryara ku dê di civînên encumenê de cil û bergên Kurdî werin lixwekirin, biryar e ku piştî Cejina Qurbanê, li hemû taxên ku aîdê navçeya Bajarê Nû ne; pirtûkxane werin vekirin û ji bo vê jî di serî de ji çapxaneyên Kurdî, dûre ji xelkê alîkariyê dixwazin da ku ji bo pirtûkxaneyan pirtûkan bibexşînin. Endamê Encumena Şaredariya Bajarê Nû ya Diyarbekirê Adem Can jî dibêje; di nav encumena wan de 5 kes endamên komisyona çand û zimanê Kurdî ne û di her civînê de daxwazên gel ji bo civatê radigihînin.

Adem Can-endamê Encumena Şaredariya Bajarê Nû ya Diyarbekirê, dibêje:"Komîsyona me di nav mehê de 5 rojan digere, xebatên xwe yên teknîkî dimeşîne. Her dem li qadan in, bi gel re têkiliyê datînin û li gorî xwesteka gel, xebatên xwe dimeşînin. Ji ber vê jî em ê xebatên xwe yên li ser çalakiyan bidomînin."

Rayedarên Şaredariya Bajarê Nû ya Diyarbekirê da zanîn ku heger astengiyên fermî ji pêşiya wan werin rakirin, ew ê di destpêkê de ji bo Zimanê Kurdî qursan vekin û piştî cejinê jî dê hewil bidin zêdekirina xebatên sazî û dezgehên çand û hunerê da ku daxwazên ciwanên taxên Bajarê Nû werin bicihanîn.