Ji Esenyurtê 117 penaberên Suriyê hatin vegerandin

Şaredariya Esenyurtê ya navçeya Stenbolê ji bo penaberên Sûriyeyî ên ku li navçeyê dijîn lê defeta wan ya debar û jiyanê nîn e berdewam prosesa piştevanî û alîkariya lojîstîkî da destpêkirin.

K24- Stenbol

Şaredariya Esenyurtê ya navçeya Stenbolê ji bo penaberên Sûriyeyî ên ku li navçeyê dijîn lê defeta wan ya debar û jiyanê nîn e berdewam prosesa piştevanî û alîkariya lojîstîkî da destpêkirin. Di nava çend mehên dawîn de bi alîkariya şaredariyê 5 hezar penaber vegeriyabûn Sûriyê. Herî dawîn vê hefyteyê jî tam 117 penaberên Sûriyeyî bi merasîmeke ku li ber avahiya şaredariya kevin ya navçeyê hate dirûstkirin ku di nava wan de zar û zêç û jinanan jî cih digirt bo welatê xwe hatin oxirkirin. Penaberên Sûriyeyî berî biçin ragihandin ew di şertên zehmet de li Tirkiyê dijîn êdî dixwazin jiyana xwe li welatê xwe berdewam bikin.

Muhammet Bekir - Penaberê Suriyeyî, got:"Min biryareke zor da. Nasnameya min nîn e lê ya kûrê min heye. Ji ber vê yekê ez vedigerim wê derê. Diyamin û bavê min li wê derê ne. Ev 6 sal in ez li vir dijîm. Min west ez ji bo dê bavê xwe vegerim. Bes e êdî min li vir daweta xwe jî çêkir û dû zarokên min jî çêbûne."

Penaberê Sûriyeyî vedigere welatê xwe, got:"Ez diçim ji ber ku li vir jiyan gelekî zehmete. Ji serê sibehê heta êvarî em kar dikin lê pere têra me nakin. Jiyan li vir gelekî zehmet e."

Serokê Şaredariya Esenyurtê Kemal Denîz Bozkurt dibêje; ew armanc dikin ku di nava salekê de 1500 an jî 2000 penaberî bişûnde vegerînin. Li gorî agahiyên ku radigihîne jî heta niha bi destê şaredariyê û piştevaniya wê 5 hezar û 500 penaber bo Sûriyê hatine şandin. Mehane jî armanç dikin ku 100 penaberan bi piştevaniya lojîstîkî ya şaredariyê bişînin bajarên ewle yên Sûriyê. Rêvebera Îdareya Koçê ya Şaredariya Esenyurtê jî dibêje; wan zext li tû kesî nekiriye û ev penaberên Sûriyeyî bi dilê xwe vedigerin welatê xwe.

Îdareya Koçê, dibêje:"Kes bi zorê nayê şandin destûra wan tê standin. Ew jî serî li îdareya koçê dixin ya şaredariyê. Em jî wan tomar dikin û radestî karmendên li ser sînor dikin. Bêhtir em wan penaberan dişînin deverên wek Efrîn Heleb, Cerablus û bo Menbiçê."

Penaberên Sûriyeyî ên ku vedigerin welatê xwe pêşî bi konvoya şaredariya Esenyurtê diçin heta ber deriyê sînor yên Xetay, Riha û Kinisê. Dîsa bi piştevaniya rayedarên Tirkiyê penaberên ku ji vê derê jî derbasî welatê xwe dibin, ji wan tê xwestin ku heta 5 salan venegerin û nekevin nav sînorên Tirkiyê.