Serokê berê yê HUDAPAR Mehmet Yavuz koça dawî kir

Serokê berê yê Partiya Doza Azad HUDAPARê Mehmet Yavuz koça dawî kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê berê yê Partiya Doza Azad HUDAPARê Mehmet Yavuz koça dawî kir.

Ji ber nexweşiya şêrpenceya gurçîlkê Mehmet Yavuz berî niha 6 mehan li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hatibû rakirin û dihat dermankirin. Hat zanîn derengê şevê çûye ber dilovaniya xwedê. Kes û karên wî û endam û rêveberên HUDAPARê tarme wî birin bajarokê Kolikê ya bi ser bajarê Semsûrê û dê piştî nimêja îniyê were veşartin.

Mehmet Yavuz bavê 4 zarokan bû.

 

 

C.B