Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim alozî û nakokiyên li deverê bi diyalogê werin bidawîanîn
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, Di wan demên pîroz da hêvî dikim alozî û nakokiyên li deverê bi rêya diyalogê û bi awayekî aştiyane werin bidawîanîn û aştî û aramî li deverê zal be.
Deqa peyamê:
Bi minasebeta hatina cejna qurbana pîroz, pîrozbayeke gerim pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û bi taybetî cejna malbetên şehîdan û pêşmergeyên qehreman pîroz dikim.
Di wan demên pîroz da hêvî dikim alozî û nakokiyên li deverê bi rêya diyalogê û bi awayekî aştiyane werin bidawîanîn û aştî û aramî li deverê zal be.
Hêvî dikim bi yek rêzî û tebayî em hemû bi hevre hevkar bin bo xizmet kirina zêdetir ya gel û geşesendina welat
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
10.8.2019
S. B