Kurdistanî cejna Qurbanê pîroz dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro yekem roja cejna Qurbanê ye û welatiyên Kurdistanê ji piştî nimêja cejnê, serdena hevûdu dikin û cejna hev pîroz dikin.
Îro ji danê sibê ve bi sedan hezar welatiyên Kurdistanê bi serdana goristanan û beşdariya di nimêja cejnê de dest bi merasîma cejna Qurbanê kirin. Piştre jî merasîmên cejnê bi serdana malbat, kesûkar û cîranan birêve diçe.
Hevdem jî, hêzên ewlehiyê, polîs û asayişê planên xwe yên taybet bo parastina rewşa ewlehiyê di rojên cejnê de danîne û kar li ser bicihkirina erkên xwe dikin.
Li gor pêşbîniyên Desteya Geştguzariyê ya Herêma Kurdistanê, bi boneya cejnê hejmareke berçav ji geştiyarên Ereb di rojên cejnê û piştî çejnê serdana Herêma Kurdistanê û seryrangehên wê dikin.
Herwiha ji sengeran ve jî, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi riya K24ê re cejna Qurbanê li welatî û malbatên xwe pîroz dikin û soza parastina jiyana wan didin.
S. B