Şand a Amerikî li Enqereyê, Wezîrê Berevanî yê Tirkiye li Riha ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar ji bo lêkolînan serdana bajarê Rihayê yê ser sînorê Suriyê kir.
Hat zanîn Hulusî Akar digel Serokerkanê Tirkiyê û her 3 fermandarên giştî yên bejahî, deryayî û asimanî çûn e bajarê Rihayê yê ser sînorê Suriyeyê.
Li gor zanyariyan Akar û fermandarên giştî yên Tirkiyê di derbarê herêma ewle û Navenda Tevgera Hevbeş a digel Amerîkayê de, lêkolînan dikin.
Duhî jî, di serperiştiya Cigîrê Fermanderê Hêzên Ewropayê yê Amerîkayê Stephen Twitty de şandeyek leşkerî ya Amerîkayê serdana Rihayê kiribû.
Şand a Amerikayê derbasî Enqereyê bû ye, lê Wezîrê Berevanî yê Tirkiye li Riha ye. Ev yek, ji alî pisporan ve, wekî aloziyek veşartî di navbeyna Tirkiye ê Amerika de tê nirxandin.
C.B