Taşçier: Ocalan dixwaze pirsgirêka Kurd bi diyalogê çareser bibe

Parlementerê HDPê Îmam Taşçier radigihîne, Serok Barzanî dikare roleke girîng bo çareserkirina pirsa Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bibîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê HDPê Îmam Taşçier radigihîne, Serok Barzanî dikare roleke girîng bo çareserkirina pirsa Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bibîne.

Parlementerê HDPê Îmam Taşçier di çarçova beşdariya di bernama “Rojev” a K24ê de derbarê peyamên dawiyê yên Rêberê PKKê Abdula Ocalan de ragihand, Rêberê PKKê Abdula Ocalan gihîştiye wê baweriyê ku çareseriya pirsa Kurd bi diyalog û muzekereyê dibe û demek e xebat û projeyên wî di vê derbarê de hene, lê divê ew proje bi dewletê re bên meşandin ne bi partiyekê re.

Taşçier diyar kir, ji bo çareserkirina pirsa Kurd û destpêkirina pêvajoya aştiyê ta niha hikûmeta Tirkiyê ti hevdîtinên fermî bi HDPê re nekirin.

Amaje bi wê yekê jî kir, hemû partiyên Tirkiyê yên di parlemantoyê de ne dizanin ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê pirsgirêka Kurd e û heger pirsgirêka Kurd çareser nebe, siyaset li Tirkiyê nameşe, lê ew partî ji bo çareserkirinê ti gavan navêjin.

Diyar kir jî, rast e rewşenbîr, rojnamevan, xwedî nerîn û siyasetmedarên Kurd û Tirk di zîndanan de hene, lê riya demokrasiyê li Tirkiyê nehatiye girtin û gelê Tirkiyê dikare fikr û ramanên xwe bi riyên demokratîk bibêje. Çareserbûna pirsa Kurd dê di pêşerojê de bibe sedema demokratîbûna Tirkiyê jî. Ocalan dibêje ez amade me, lê divê hûn jî bi wek dewlet bi min re rûnin.

Parlemanterê HDPê amaje bi rola Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî bo çareserkirina pirsa Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kir û got: Herêma Kurdistanê ji tevahiya cîhanê re wek nimûneyeke balkêş e, li wir Kurd li ser axa xwe, xwe birêve dibin û parlemantoya wan heye û xwedî hêz e û pêwendiyan welatên cîhanê pê re hene.

Herwiha got: Birêz Mesûd Barzanî di nava Kurdan de xwedî pêgeheke girîng e û dikare ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê roleke girîng bibîne û hêzê bide tevahiya Kurdan.

  

 

S. B