Tirkiye: Ger Rêkeftin serî negre, em dikevin rojhilatê Firatê

Hikûmeta Tirkiyê careke din gefan li YPG dixwe: Ger ew bi Amerîkayê re lihev nekin wan plan heye bikevin rojhilatê Firatê

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê careke din gefan li YPG dixwe: Ger ew bi Amerîkayê re lihev nekin wan plan heye bikevin rojhilatê Firatê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu dibêje: bo herêma ewle danûstandinên wan ên digel Amerîkayê berdewam in. Lê, ger ew di danûstandinên xwe de sernekevin, wan ji bo operasyoneke dijî rojhilatê Firatê plan heye. Çavuşoglu di derbarê êrîşên dijî Îdlibê de jî axifî û ragihand, ko hikûmeta Suriyê bi agir dilîze.

Çavuşoglu anî ziman: “Em rê nadin pêvajoya herêma ewle bibe pêvajoya duyemîn a Minbicê. Em qebûl nakin Amerîka ji alikî ve me mijûl bike û ji alîkî din ve jî, çekan bide YPGyê. Em nikarin bibêjin, em li ser her mijarî lihev dikin. Hin mijar hene, ko em bi Amerîkayê re lihev bakin. Ji bo herêma ewle danûstandinên me berdewam in û ger em lihev nekin, me plan heye bikevin rojhilatê Firatê û ji bo vê jî amedekariyên me hene.

 

 

C.B