Soylu: Dûrxistina şaredaran di çarçoveya yasayî de ye

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê da xuyakirin, dûrxistina şaredarên HDPê, di çarçoveya yasa û lêpirsînandan hatiye kirin û egera girtina wan jî heye

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê da xuyakirin, dûrxistina şaredarên HDPê, di çarçoveya yasa û lêpirsînan de hatiye kirin û egera girtina wan jî heye.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu beşdarî bernameya kanalek telewizyonî ya Tirkiyê bû û da xuyakirin, Tirkiye di têkoşîna dijî terorê de ziyanên mezin dîtin e û şaredarî bûn e navendek terorê. Da zanîn, ji hêla gelek alîyan ve biryara dûrxistina şaredaran wek binpêkirina îradeya gel û demokrasiyê tê binavkirin û got, biryara dûrxistinê di çarçoveya yasayan de ye û destûr vê erkê dide wî.

Soylu got, PKK di operasyonan de zererên mezin dîtin e, lê şaredarî di warê madî, lojîstîkê û dîtina şervanan de alîkariyê dide PKKê.

 

 

 

C.B