Tirkiye: Li Idlibê em dê bersîva her êrîşeke dijî me, bidin

Hikûmeta Tirkiyê radighîne: Ger li Îdlibê li dijî leşkerên wan êrîş were kirin, ew dê bersiv bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê radighîne: Ger li Îdlibê li dijî leşkerên wan êrîş were kirin, ew dê bersiv bidin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar dibêje: Ger li Îdlibê li dijî xalên çavderiyê û leşkerên wan zirarek were dayîn, ew dê mafê xwe yê ``xweparastina rewa`` heta dawiyê bikarbîn in.

Berî niha bi 2 rojan hatibû îddiakirin, ko Arteşa Suriyê li Îdlibê xalê çavderiyê ya jimare 10 bomberan kiriye. Lê Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyê ev îddia red kiribû.

Hulusî Akar di heman axaftina xwe de amerek jî eşkere dike û dide zanîn, ko ji hewla derbeya leşkerî heta niha 17 hezar 498 bergûmanên Tevgera Gûlen ji Arteşa Tirkiyeyê hatine dûrxistin.

 

 

C.B