Mesrûr Barzanî: Pêwendiyên Herêm û Bexdayê bi arasteyeke rast de diçin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova civînekê bi Balyozê Brîtanya li Iraqê re ragihand, niha guftûgoyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê berdewam in û pêwendî bi arasteyeke rast de diçin û jihevtêgihîştineke baş bo çareserkirina pirsgirêkan li ser binemaya destûrê heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova civînekê bi Balyozê Brîtanya li Iraqê re ragihand, niha guftûgoyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê berdewam in û pêwendî bi arasteyeke rast de diçin û jihevtêgihîştineke baş bo çareserkirina pirsgirêkan li ser binemaya destûrê heye.

Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilkes kir.

Di civînê de ku Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton amade bû, Balyozê Brîtanya amaje bi wê yekê kir, ku welatê wî bi geşbînî û erênî pêşwazî li kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û ji bo her hevkariyekê amade ye û got: Herêma Kurdistanê bi berdewamî di geşekirinê de ye. Xweşhaliya xwe jî derbirî ku niha heyameke erênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye. Herwiha amaje bi amadehiya kompanyayên Brîtanyayê kir ji bo webirhênanê li Herêma Kurdistanê bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ronî xiste ser pêşkeftina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û ronî kir, niha guftûgo berdewam in û pêwendî bi arasteyeke rast de diçin û jihevtêgihîştineke baş bo çareserkirina pirsgirêkan li ser binemaya destûrê heye.

Serokwezîr daxwaz ji Balyozê Brîtanyayê kir ku asankariyên zêdetir bo hatûçûn û geştekirina di navbera her du welatan de bi taybetî bo welatiyan Iraqê û Herêma Kurdistanê bê kirin, ji bo bikarin serdana Brîtanyayê bikin. Di vî warî de Balyozê Brîtanyayê ronî kir, niha wergirtina vîzayê bo welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê de bileztir dibe.

Di tewereke din a civînê de, her du alî hevnerîn bûn li ser metirsiyên gefên DAIŞê ku niha li çend navçeyên Iraqê dest bi xwerêxistin û tevgerê kirine û bûne gef li ser xelkê wan navçeyan û rê jî li pêş vegera koçberan bo cihên wan digire.

Ji ber wê tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku pêwîst e bo rûbirûbûna gefan, hevahengiya zêdetir di navbera hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Herêma Kurdistanê de hebe.

 

S. B