Dezgeha Berçav: Pêwîstiya raya giştî li rojavayê Kurdistanê bi K24 heye

Faruq Haj Mustafa: “Em hêvîdar in, Rêveberiya Xweser ne tenê lêvegerê li biryara xwe bike, herweha lêborîna xwe bixwaze”…

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Dezgeha Berçav Faruq Haj Mustafa ragirtina karê ofîsên Kurdistan24 li rojavayê Kurdistanê êrîşek dijî azadiya medya, ragihandin û berjewendiyên rojavayê Kurdistanê binav kir.

Faruq Haj Mustafa ji K24 re destnîşankir, ku ragirtina xebata Kurdistan24 li rojavayê Kurdistanê bi cihê mixabiniyê pênase kir û diyarkir, “divê rexneyek mezin li vê ragirtinê bê kirin. Ev kiryar ne tenê li dij Kurdistan24 e, herweha saheya azadiya medyayî teng dike û sînoran ji xebata medya re datîne.  Di vê roja îro ya zehmet û aloz li rojavayê Kurdistanê, gel û raya giştî xwestyarê kanalek wekî Kurdistan24 e. Kurdistan24, ku ne tenê sembola xeta neteweyî, herweha sembola aştî û hevahengiya civatî bû ye. Erk a m hemûyan e, ku bixebirin Kurdistan24 dîsa vegerê ser erdê li rojavayê Kurdistanê”.

Faruq Haj Mustafa got: “Kiryara Rêvebiriya Xweser a ragirtina karê Kurdistanê, derbeyê li mafê rojnamevanan, rojnamevanî/medya ya azad dixe. Rojnamevaniya partiyetî derkeve pêş. Ev yek proseya demokrasiyê brîndar dike.

Dezgeha Berçav her kar kiriye, ku rojnamevaniyek azad were ser erdê û pêş bikeve. Wekî Berçav, me gotiye: ger tu bixwaze li rastiya nûçeyekê, rûdanekê, bûyerekê bibe, guh bide Kurdistan24.

Em hêvîdar in, Rêveberiya Xweser ne tenê lêvegerê li biryara xwe bike, herweha lêborîna xwe bixwaze”…