Şam gera Amerîkî – Tirkî bi tundî şermezar dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Sûriye gera hevbeş a Amerîkî û Tirkî li “herêma ewle” bi tundî şermezar dike û tekez dike, ev gav binpêkirina yasayên navdewletî ye.
Jêderekî ji Wezareta Derve û Koçberan a Sûriyê ji ajansa “SANA” a Sûrî re ragihand, Sûriye gera hevbeş a Amerîkî û Tirkî li herêma Cezîrê bi tundî şermezar dike û wê gave bi binpêkirina yasayên navdewletî û serweriya Sûriyê binav dike.
Wî jêderî ev gav bi karekî dijminane binav kir û got: Piştî artêşa Sûriyê hin destkeftên meydanî li dijî teroristan bidest xistin, ev gav hat bo krîza Sûriyê dirêj bike.
Da zanîn jî, Sûriyê “herêma ewle” bi her awayî red dike û tekez dike ku dê hemû projeyên ku yekîtiya xaka Sûriyê armanc digire dê hilweşîne.
Îro di çarçoveya rêkeftina herêma ewle de, li rojhilatê Firatê gera hevbeş a hêzên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê destpê kiribû û hejmarek ji otomobîlên leşkerî yên Tirkiyê jî rojhilatê Firatê bûbûn.
S. B