Civîna sêalî tekezî li ser yekperçeyîya Sûriyê kir

Serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê bo caran pêncemîn derbarê rewşa Sûriyê de li Enqerê civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê bo caran pêncemîn derbarê rewşa Sûriyê de li Enqerê civiyan. Careke din her sê serokan tekez li ser yekperçeyîya xakê û serweriya Sûriyê kirin. Derbarê avakirina herêma ewle de, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan got, heger ew bi Amerîka rêk nekevin, ewê bi tenê gavan bavêjin. Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî tekez kir, bi aktîvkirina rêkeftina Edeneyê re, pêwendiyên Sûriye û Tirkiyê dê wek berê vegerin.

Berdewamiya şerê li Sûriyê û awayê çareserkirina wî welatî, jib o cara pêncem serokên her sê welatên Rûsya, Îran û Tirkiyê civandin. Beriya civîna sêalî Serokan, civînên dualî di navbera wan de birêve çû û her sê serokan di civînên xwe de behsa rewşa rojhilatê çemê Firatê, rewşa Idlibê û Komîta Destûrî ya Sûriyê kirin.

Di civînên her sê serokan de, tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûrî û girîngiya vegera penaberan hate kirin. Di wê derbarê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan got, heger ew bi Amerîka re rêk nekevin, dê bi tenê gavên avakirina herêma ewle bavêjin.

Erdogan got jî: “Mijara rojhelatê Feratê ji bo yekîtiya siyasî û yekparçeyiya axa Sûriyê û ewlekariya netewî Tirkiyê girîng e. Niha çarîkeke axa Sûriyê di bin dagîrkeriya rêxistina cudahîxwazî de ye. Li Sûriyê gefa DAIŞê nemaye. Gefa herî mezin PKK û baskên wê YPG û PYD ne. heta ku PKK û PYD li herêmê hebin, Sûriye û navçe aram nabin.”

Diyar kir jî, wî derbarê avakirina herêma ewle de agahî da Rûhanî û Pûtîn. Armanca wan jî ew e korîdora aştî dirust bikin ji bo penaberan jî bibe devereke parastinê.

Ji aliyê xwe ve Serokomarê Îranê ragihand, dibe ku bi aktîvkirina rêkeftina Edenê ya sala 1998 ya di navbera Tirkiye û Sûriyê de pirsgirêkên di navbera her du welatan de bêne çareserkirin.

Di derbarê avakirina herêma ewle de Serokê Rûsyayê ragihand, ji mafê Tirkiyê ye berevaniyê di ber ewlehiya xwe de bike, lê divê ew tekeziyê li ser yekperçeyîya ax û serweriya Sûriyê bike.

Tevî ku daxuyaniyên serokên Rûsya, Îranê derbarê rojhilatê Firatê, rewşa Idlibê li aliyekî û yên Serokomarê Tirkiyê li aliyê din e, lê her sê serokan li dawiyê tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyê û serweriya wê kirin, ku ev yek jî tenê di berjewendiya rêjîma Sûriyê de dibe.

 

S. B