Festîvala teknolojiyê û fezayê digel amûretên şer ên herî dawîn

Li Stenbolê festîvala teknolojiyê ya herî mezin ya cîhanê birêve çû. Ji 122 welatan beşadarî tê de kirin. Ji balafirên şer û firokeyan, her cure teknolojiya fezayê di vê festîvalê de hatin pêşandan. Di festîvalê de balafirên şer ên Rusyayê SU-35an jî bi akrobasiyên xwe cih girtin.

K24- Stenbol

Li Stenbolê festîvala teknolojiyê ya herî mezin ya cîhanê birêve çû. Ji 122 welatan beşadarî tê de kirin. Ji balafirên şer û firokeyan, her cure teknolojiya fezayê di vê festîvalê de hatin pêşandan. Di festîvalê de balafirên şer ên Rusyayê SU-35an jî bi akrobasiyên xwe cih girtin.

Festîvala Tekolojî û Fezayê ya Asîmanî ya Stenbolê TEKNOFEST'a ku li bajarê Stenbolê pêk hat di 5 rojan de ji aliyê 1 milyon kesî ve serdana wê hate kirin. Di vê festîvala ku ji aliyê Weqfa T3 û Wezareta Teknolojî û Pîşesaziyê ya Tirkiyê ve hate dirûstkirin de, ji teknolojiya şer bigirin heta bi ya asîmanî û fezayê digel robot û wesayîtên difirin ên asîmanî, zekya çêkirî, pergalên binavê, dron û balefirên bê mirov bi sedan cûre hatin pêşandan. Lê di nava wan de ya ku herî zêde ku balê kişand balefirên şêr ên Rûsyayê bûn. SU-35ên ku bi teknolojiya herî herî dawîn hatine tomarkirin, digel SU-30an ku di heman demê de di nava şer de jî cih girtine li festîvalê nûmayîşên akrbatîk pêk anîn.

Ji xwendevanan bigirin heta bi her beşê civakê welatiyên ku serdana TEKNOFESTê kirin çav li hemû berhemên di festîvalê de gerandin û bîr û boçûnên xwe ragihandin.

Merve Kulcu, welatî, dibêje:"Berê nedihiştin em li nava wan bigerin. Niha ew fersenda me heye, hertişt gelekî xweşik xuya dike û ez nava firoke û balefiran gelek meraq dikim."

Xwendevanek, dibêje:"Ji bo xwendevanan gelek berhemên bi feyde ên teknoljîk hene. Pîlotên balafiran karekî zehmet dikin ez wan pîroz dikim"

Di festîvala teknolojî û Fezayê de yek berhema din jî ku balê kişand, wesayîta bi navê Cezerî ya ku difire û tê çaverêkirin di 10 salên pêş de jî wek taksiya asîmanî bê bikaranîn bû.

Ozan Yagci, berpirsê kompanya Aselsanê, dibêje:"Wesayîta Asîmanî Cezerî wek wesayîta veguhestinê hate çêkirin. Ev taksî saetêkê dikare li hewayê bimîne. Cihê yek kesî tê de heye. Kontrola wê jî hemû otonom e. Kesê lê siwar bibe lokasyona xwe lê tomar dike, wesayît jî wî xwe bi xwe dibe cihê ku dê biçiyê."

Hemû kesên meraqdar ên ku aqilê wan li asîmanan e di TEKNOFESTê de li hev kom bûn. Gelek ji wan beşdarî pêşbaziya fezayê ya astronotan bûn di tûnela ba ya berjor de.

Buşra Yildirim, mamoste dibistanê, got:"Ew agahiyên ku em li dibistanê didin xwendevanên xwe li vir vê carê bi çavê xwe dîtin. Loma xwenevanan ji festîvalê feydeke mezin girt."

Frokeyên Tirkiyê ên bi navê skorsky û Atak jî di festîvalê de nûmayîşên akrobatîk pêk anîn digel balafirên şer ên F-16an.

Xwendevaneke dî, got:"Li vir balafir û firokeyên şer hene û her difirin. Ez li herkesî pêşniyar dikim gelekî xweş e."

Ji çalakiya paraşûtan bigirin heta bi zirîpoş û tanqên leşkerî ên Tirkiyê, balafirên bordumanê AİR FORCE 736an heta bi dehan cureyên din firoke û balefiran, digel balafira bê mirov ya AKINCI hemû taybetmendiyên wan ên teknolojiya herî dawîn di TEKNOFESTê de hatin danasîn. Li gorî agahiyên saziya ev festîval organîze kiriye, digel ji hemû bajarên Tirkiyê ji 122 welatên cîhanê beşdarî tê de hatiye kirin. Bi vê festîvalê tê armanckirin ku Tirkiye hemleya xwe ya teknolojiyê pêk bîne û civaka Tirkiyê jî veguhêze civakeke ku hilberîna teknolojiyê dike.