Rûsya: Me 118 firokeyên bêfirokevan ên Opozisyona Sûriye xistin e

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê radighîne, di dema dû salên borî de, hêzên wan 118 firokeyên bê firokevan yên Opozisyona Sûriyê li asmanê navenda Himêmîm xistin e xwar

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê radighîne, di dema dû salên borî de, hêzên wan 118 firokeyên bê firokevan yên Opozisyona Sûriyê li asmanê navenda Himêmîm xistin e xwar.

Peyvdarê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê Lîwa Îgor Konaşînkof ragihand, grûbên çekdar, bi berdewamî hewl didin sîstema berevanî ya asmanî ya navenda Himêmîm derbas bikin. Di dema dû salên borî de, hêzên wan 118 firokeyên bê firokevan li asmanê wê navendê xistin e xwar.

Navborî got jî, piraniya wan firokeyên bê firokevan ji bajarên Xan Şêxûn, Letamne û Kefr Zêta yên Navçeya Kêmkirina Şer hatine firandin, lê bi kontrolkirina wan bajarokan ji aliyê artêşa Sûriyê ve, ew êrîş gelek kêm bûn e.

 

 

 

C.B