Temellî: Dema maseya diyalogê diqelibe, şer derdikeve

Li gorî Heverokê HDPê Sezaî Temellî, pêşiniyara vê Înstûtiya Aştiyê giring e.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Di raporta Sûriyê ya ku ji aliyê Înstûtiya Aştiyê ve hatiye amadekirin û bo Kongreya Amerîkayê jî hatiye peşkêşkirin de tê gotin; divê Amerîka, ji bo ku carek din hevdîtinên aştiyê dest pê bikin di nava Tirkiye û PKKê de hewlan bide. Li ser vê babetê hevserokên HDP û HDKê bûçûnên xwe bo Kurdistan 24ê raber kirin.

Ji aliyê Înstûtiya Aştiyê ya ku di bin banê Kongreya Amerîkayê de kar dike di 25ê Îlonê de bo kongreyê raporteke bi navê "Pêşniyarên bo Çareseriya Kêşeya Sûriyê" hate pêşkêşkirin. Di raportê de Koma Xebatê ya Sûriyê dibêje; divê Amerîka alîkar be da ku di nava Tirkiye û PKKê de ji nû ve mûzakereyên aştiyê dest pê bikin. Li ser vê rûdanê me jî bîr û boçûna Hevserokên HDK û HDPê ku di serdema prosesa çareseriyê cih girtibûn wergirt. Li gorî Heverokê HDPê Sezaî Temellî, pêşiniyara vê Înstûtiya Aştiyê giring e, lê pêwîst nake ew rê nîşanî wan bidin. Aştiyeke bi Kurdan re wê hemû rêyên girtî veke.

Hevserokê HDPê Sezai Temellî ji K24ê re got: "Eger Tirkiye wê dev ji polîtîkayên şer berde û çareseriyekê hilberîne pêdiviya wê bi muxattebekî heye. Ew jî diyar e Birêz Ocalan. Dema ku bi Ocalan re li hev rûdinin maseyek dikare bê danîn. Ev tiştekî gelekî bi qîmet e. Em jî ji bo ku mase bê danîn divê siyasetê bikin û hewlên xwe berdewam bikin. Dema mase diqelibe hingî şer derdikeve."

Hevseroka Kongreya Demokratîk ya Gelan Gulîstan Koçyîgît jî dibêje; raporta wê înstûtiyê bi qîmet e, lê ji bo wan ev sernav ne tiştekî nû ye. Kêşeya herî xedar û giran ya li Tirkiyê Kêşeya Kurdan e. Kêşyeke 100 salî ye, ev çil sal in jî, bi şer derbas dibe. Aliyên ku dê muzakereyê bikin diyarin.

Gulîstan Koçyîgît dibêje: "Her roj mirov dimirin çi Kurd çi jî Tirk. Îstitûya Aştiyê ya Amerîkayê di raporta ku pêşkêşî kongreyê kiriye dibêje; bila Tirkiye û PKK lihev rûnin. Pewîst nake em di ser wê raportê re meselayan binirxînin. Aliyên şer dikin diyar in, yek jê dewleta Tirkiyê ye ya din kesên ku çek di destê wan de ne yanî PKK û Birêz Abdullah Ocalan e. Bi baweriya me jî divê dîyalog û muzakere dest pê bikin."

Temellî û Koçyigît li ser raporta Sûriyê ya ku ji aliyê Înstûtiya Aştiyê (Institue of Peace) ve bo Kongreya Emerîkayê hatiye ragihandin diyar kirin, li cografya Rojhilata Navîn 40 milyon Kurd hene û kêşeya herî mezin jî kêşya Kurd e, lê ew li derveyî çareseriyan tên hiştin. Ji bo çareseriya mayînde pêwîst e Tirkiye dawî li dijminatiyê bênî ya li her çar parçeyên Kurdan.