ENKSê ji bo Komîta Destûrê nameyek şand NY

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji nûnertiya Kurdan di Komîteya Destûrê nerazî ye. Siyasetmedarên Kurd jî dibînin ku civînên Komîteya Destûrî dê bê encam bin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji nûnertiya Kurdan di Komîteya Destûrê nerazî ye. Siyasetmedarên Kurd jî dibînin ku civînên Komîteya Destûrî dê bê encam bin.

Piştî destnîşankirina endamên Komîteya Destûrê, pêşbîn e di 30ê Cotmehê de civîna wê ya yekem li dar bikeve. Nûnertiya Kurdan jî di lîsta opozisyonê de qels e ku tenê 3 Kurd di nava wê lîstê de hene. ENKS dibêje, ew ji hejmara Kurdan ne razî ne û ji ber vê yekê nameyek bo Sekreterê Giştî yê NY re şandine û tê de nerazîbûna xwe nîşan dane. Serkirdeyên ENKSê dibêjin, ya pêwîst ew e ku piştgiriyeke navdewletî ji doza Kurdî re hebe û ta niha ev yek nayê dîtin.

Endamê Komîteya Navendî Ya Partiya Demokrat aKurdistanê – Sûriye (PDK-S) Hesen Remzî ji K24ê re got: “Rêjeya Kurd di Komîteya Destûrê de kêm e. Em dibînin heger piştevaniyeke navdewletî ji bo pêkanîna destûra Sûrî, wê demê emê bizanin ku mafê gelê dê were çespandin. Tevî wê jî, me nameyeke nerazîbûnê radestî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî kiriye, ji bo hejmara Kurdan di wê komîtê de bê zêdekirin, bi taybetî jî di komîta biçûk (komîta nivîsandina destûrê) de.”

Di her kongreyeke navdewltî de pirsgirêka hejmara Kurdan derdikeve holê, li gorî siyasetmedarên Kurd sedema vê yekê ew e, Kurd bi yek şandê ku nûnertiya hemû aliyên siyasî bike beşdarî van kongiran nabin, û li gorî rewşa heyî Kurd bi vê helwestê dê nikaribin tu mafî bidest bixin.

Şîrovekarê siyasî Ferîd Sadûn dibêje: “Li vir kêmasiya tevgera Kurdî li ser gelek astan tê xuyakirin, yek ji wan jî ew e ku nekarîn helwesta xwe bikin ye û nekarîn platformeke Kurdî ya serbixwe ava bikirina, bûn bêhtirî aliyekî û nakokî di nava wan de hene. Herwiha hevahengiyeke navdewletî û welatên navçê jî hebû ku Kurd bêne dûrxistin. Wek tiştê ku niha heye, Kurd di hundirê Sûriyê de dê bê maf bimînin.”

Li gorî şopîneran, civînên Komîteya Destûrî dê bê encam bin, ji ber ku bingeheke siyasî jê re tune ye, di demekê de ku hîn destêwerdana navdewletî di xaka Sûriyê de heye û şer li Idlibê jî dewam dike. Li hêleke din nûneratiya bakur û rojhilatê Sûriyê di vê komîteyê de tune ye, ku di bin çavdêriya hevpeymaniya navdewletî bi serpereştiya Amerîka de ye û ev yek dê rêgir be li ber sepandina encamên komîteya destûrî ser tevahiya deverê.