Lavrov: Amerîka guh nade daxwazên Tirkiyê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê da xuyakirin, Amerîka ne amade ye guh bide daxwazên Tirkiyê û ji ber vê yekê ji helwesta Serokomarê Tirkiyê Erdogan tê fêmkirin ku behsa operasyoneka yekalî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê da xuyakirin, Amerîka ne amade ye guh bide daxwazên Tirkiyê û ji ber vê yekê ji helwesta Serokomarê Tirkiyê Erdogan tê fêmkirin ku behsa operasyoneka yekalî dike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê yên derbarê egera destpêkirina operasyoneka nû de nirxandin û got, Amerîka nexwestiye Tirkiye rasterast bi Sûriyê re hevkariyê bike, bi avakirina hevpeymaniyê bi Tirkiyê re xwestiye rewşê bigre bin kontrola xwe.

Da xuyakirin, ti pêwendiya Amerîkayê bi herêmê û sînoran re nîne, lê dixwaze dîtinên xwe li ser Tirkiyê bicîh bike û nerazîbûna Tirkiyê ji vê yekê ye.

Lavrov da zanîn jî, heger Tirkiye di nav çend heftiyan de bi Amerîkayê rêk nekeve, ewê bi serê xwe operasyonê li rojhilatê Firatê encam bide.

Lavrov got, Amerîka dixwaze rojhelatê Firatê ji Sûriyê cuda bike û bang li Tirkiyê kir, li ser bingeha yekparçeyîya axa Sûriyê hemû kêşeyan bi hikûmeta Sûriyê re rasterast gotubêj bike.

 

S. B