Wêneyên wêrankirina şûwarên Efrînê li Kobanî hatin pêşandan

Li bajarê Kobanî pêşengeheke teybet bi wêneyên wêrankirina şûnwarên Efrînê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve tên kirin, tê lidarxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanî

Li bajarê Kobanî pêşengeheke teybet ji bo belgekirina wêrankirina şûnwarên Efrînê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve tên kirin, tê lidarxistin.

Li jêr navnîşana "Banga Şaristanîyê" Desteya Çand û Hunerê ligel Komîteya Şûnwaran li Efrînê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Feratê, pêşengeheke dîmen û wêneyên wêrankirina şûnwarên dîrokî yên Efrînê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine kirin, li navenda Baqî Xido Kobanê lidar dixin.

Di Pêşangehê de 50 wêneyên 35 cihên şûnwarî ku dîroka wan vedigere hezaran salan û li ser destê artêşa Tirkiyê Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê hetina wêrankirin, belge bûne û tên nîşandan.

Li gor Komîteya Amedekar dibêje, wan xwestiye bi riya vê pêşengehê re dîroka xwe zindî bikin û her wiha armanca dewleta Tirkiyê ji rûxandin û kolandina cihên dîrokî xuya bikin.

Endamên Komîtê didin zanîn, ku tevî astengiyên belgekirina binpêkirin, wêrankirin û dizîna cihên şûnwarî, lê wan karîbû gelek wêneyan ji Efrînê peyda bikin.

Bi dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdaran ve, gelek deverên şûnwar hatin rûxandin û talankirin. Tevî ku hejmerk rapor ji aliyê saziyên têkildar yê cîhanî û di nava wan da UNISCO li ser têkdan, wêrankirin û talankirina şûnwarên Efrînê hatin deng, lê hîna şûnwarên Efrînê tên wêrankirin.