HSD: Metirsî heye Kampa Holê bikeve bin kontrola DAIŞ

Mazlum Kobanê dibêje, eger civata navnetewî zêdetir alîkarî neke, metirsî heye kampa Holê bikeve bin kontrola DAIŞê

K24 – Navenda Nûçeyan

Mazlum Kobanê dibêje, eger civata navnetewî zêdetir alîkarî neke, metirsî heye kampa Holê bikeve bin kontrola DAIŞê.

Fermandare Giştî yê HSDê Mazlum Kobanê bo rojnameya Amerîkî Washington Post re, bi rêya telefonê hevpeyvînek encam da û got, metirsî heye kontrola Kampa Holê ji dest bidin, ku jinên militan ên DAIŞ êriş û bandorên xwe li ser kampê zêde kirin e.

Da xuyakirin, DAIŞ li kampê xwe rêk dixe, her çend hewl didin parastinê zêde bikin jî, bûyerên tundiyê zêde dibin.

Li kampê 70 hezar kes hene, ku piraniya wan jin û zarokên, ku di şerê DAIŞ de bêcih û war man e û nîvê wan jî, zarok in. Nêzîkî 30 hezar kes, alîgirên DAIŞê ne, ku piraniya wan jî, malbatên çekdarên DAIŞÊ ne, ku di şerê dawî yê Baxozê de hatine kuştin. Nêzîkî 10 hezar kes, ne welatiyên Sûriyê ne ku ji 40 welatan hatin e û ew welat ret dikin, ku wan malbatan werbigrin. 

Piştî daxuyaniya Ebubekir Baxdadî ya "Dîwarên kamp û girtîxaneyan hilweşîn in" bûyerên tundî yên li kampê zêde bûn e. Jinan li gor şerîeta Dewleta Îslamî dadgeh danîn e, sizayên fizîkî didin kesên dijî fermanên wan derdikevin.

Mazlum Kobane dibêje, ji bo çareseriya bingehîn a hemû kêşeyan pêdivî bi çareseriya siyasî ya Sûriyê heye û rewşa heyî, nahêle ew liser karên xwe û têkoşîna dijî terorê rawestin. 

 

 

 

C.B