Adil Ebdulmehdî daxwaza alîkariya çaksaziyan dike

Serokwezîrê Îraqê daxwaz ji aliyên siyasî dike, ku ji bo encamdana çaksaziyan alîkar bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îraqê daxwaz ji aliyên siyasî dike, ku ji bo encamdana çaksaziyan alîkar bin.

Di daxwiyaniyekê de Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî, piştevanî li gotara Merciyetê dike, ku gerentiya aramiyê ye û helwesta Merciyetê derbarê bûyeran zelal e, ku tundutîjiyan şermezar dike.

Serokwezîrê Îraqê daxwaz dike, hêzên ewlekariyê û xwenîşander ji tundutîjiyê dûr bikevin û daxwaz ji aliyên siyasî kir, ku alîkarbin û nerînên xwe derbarê serederîkirin digel pirsgirêkên welat biguherin û gavên ciddî ji bo rûbirûbûn a gendeliyê bigrin ber, û çaksaziyan encam bidin.

 

 

 

C.B