MSD derbarê Komîta Destûrê de nameyekê ji NY re dişîne

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) nameyekê ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî û Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê re dişîne û daxwaz dike nûnerên wan di Komîta Destûrê de hebin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) nameyekê ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî û Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê re dişîne û daxwaz dike nûnerên wan di Komîta Destûrê de hebin.

MSDê nameyekê nameyekê ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî û Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen re birê kir û da zanîn, ragihandina Komîta Destûrê ya Sûriyê û dûrxistina nûnerên Rêveberiya Xweser xizmeta çareserkirina rewşa Sûriyê nake.

Amaje bi wê jî dike, ji sedî 30 ji xaka Sûriyê di destê Rêveberiya Xweser de ye û wan herêmeke aram û ewle dirustkirine û xizmeta bi sedhezaran koçberên Sûriyê dikin û nêzîkî 70 hezar çekdarên DAIŞê û malbatên wan di destê wan de ne û bi awayekî rasteqîne şerê li dijî terorê kirine, ji bo çi nerînên wan li ser Komîta Destûrê neyê wergirtin.

Di nameyê de jî tekez dike, Rêveberiya Xweser tekeziyê li ser yekperçeyîya xaka Sûriyê dike û Komîta Destûrê jî bê hebûna nûnerên wê, serkeftî nabe, ji ber wê divê ew pêdaçûnê di wê komîtê de bikin û nûnerên wê cihê xwe tê de bigirin.

Komîta Destûrê roja 23ê meha bûrî ji aliyê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ve hat ragihand, 2 nûnerên Kurd di lîsteya opozîsyonê û 2 nûner jî di lîsteya civaka sivîl de cihê xwe di wê komîtê de digirin, lê Rêveberiya Xweser ji wê komîtê hatiye dûrxistin.

 

S. B