Erdogan: Biryara operasyona rojhilata Firatê hatiye dayîn

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, gelek nemaye ku ew operasyoneke leşkerî li rojhilata Firatê encam bidin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, gelek nemaye ku ew operasyoneke leşkerî li rojhilata Firatê encam bidin.

Serokomarê Tirkiyê îro li Enqerê di civînekê ligel endam û berpirsên partiya xwe de ragihand, biryar hatiye dayîn ku operasyonekê li rojhilatê Firatê bê kirin û dema encamdana wê jî ne dûr e û hemû amadekarî hatine kirin.

Serokomarê Tirkiyê bang li Amerîkayê dike û dibêje, êdî soz û gotin dawî bûye û sebra wan nemaye. Ewê di zûtirîn dem de bikevin rojhilatê Firatê û divê civaka navnetewî piştgiriya Tirkiyê bike.

Ev daxuyaniya Erdogan di demekê de ye, Artêşa Tirkiyê di dema dawî de hêzên xwe yên leşkerî li li ser sînor li hember Kobanî û Girê Sipî zêde kiriye û demeke jî gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê dixwe.

Erdogan berî çend rojan jî got, Minbic jî di nav de, ji çemê Firatê heta sînorê Iraqê, bi kûrahiya 30 kîlometreyan ewê herêmeka ewle dirust bikin û yek mîlyon penaberan li deverên niha û yek mîlyon jî li deverên nû, bi giştî ewê du mîlyon penaberan li wê derê bicih bikin.

Di vê derbarê de Rojnameya Wol Sitrît Cornal ji ser zarê hejmareke berpirsên Emerîkî ragihandiye, ku amaje hene Tirkiye amadekarîyên xwe dike bo destipêkirina operasyoneke serbazî li rojhelata Firatê û ev gav jî, dê metirsîyê li ser jiyana leşkerên Amerîkî ku li wê deverê belav bûne çê bike.

Diyar kir jî, heger hat û Tirkiyê dest bi operasyona xwe kir, Amerîka dê hêzên xwe  ji wê deverê vekşîne.

 

 

S. B