Birîndarên HSDê li dijî gefên Tirkiyê xwe pêşan dan

Birîndarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî gefên Tirkiyê xwepêşandanek li Qamislo lidar xistin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Birîndarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî gefên Tirkiyê xwepêşandanek li Qamislo lidar xistin.

Li dijî gefên Tirkiyê yên destpêkirina oparasyoneke leşkerî li rojhilatê çemê Feratê, şervanên HSDê yên di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûne li bajarê Qamişlo xwe pêşan dan û di dawiyê de jî, xwepeşandêran mangirtinek li pêş avahiya Netewên Yekgirtî lidar xistin.

Birîndarên HSDê diyar kirin, ew ji heyama çend salan ve şerê li dijî DAIŞê dikin, ta ku devera aram bibe û xelk bi aramî bijîn, ew qebûl nakin Tirkiye êrîşî devera wan bike û aramî û ewlehiya wan têk bide..

Di encama şerê HSDê li dijî DAIŞê de, 25 hezar şervan birîndar bûn ku 8 hezar ji wan bûne xwedî peydiviyên taybet.