Graham: Tirkiye derbasî rojhilatê Firatê bibe, bi dorpêçên dojehî re berbiçav tê!
K24 – Navenda Nûçeyan
Senator Lindsey Graham destnîşankir, ku “Ger Tirkiye Operasyonek li dij bakur rojhilatê Sûriye encam bide, dê bi dorpêçên ku ji dojehê hatî re berbiçav bibe”.
Senator ê Komariyan Graham liser twitter xwe nivîsand, ku “Ger Tirkiye Operasyonek li dij bakur rojhilatê Sûriye encam bide, dê bi dorpêçên ku ji dojehê hatî re, berbiçav bibe. Dorpêçên berfereh û yên wêrankirinê…”
Senatorê Komariyan piştî biryara Trump a vekşîna Hêzên Amerîkî ji rojhilatê Sûriye jî, bi tundî li dij vê biryarê derketibû û diyar kiribû, ku ger Tirkiye bikeve rojhilat Firatê, ew dê pêşniyarî Kongresê bikin, ku Tirkiye ji NATO jî were dûrxistin”.
C.B