Tirkiye: Em amadeyî Operasyona herêma ewle ne!

Wezareta Berevaniya Tirkiyê da xuyakirin, Artêşa Tirk ji bo operasyona herêma ewle amade ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniya Tirkiyê da xuyakirin, Artêşa Tirk ji bo operasyona herêma ewle amade ye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser twîtterê da xuyakirin, têkoşîna Artêşa Tirk, hember rêxistinên terorê şev û roj li her deverê berdewam dike.

Hat destnîşankirin, Artêşa Tirk, ji bo operasyona Herêma Ewle jî, amade ye.

Piştî daxûyaniya Serokê Amerikayê û vekşîna hêzên Amerîkî ji çend binkeyan li rojavayê Kurdistanê, amadekariyan Tirkiye yên Operasyonê hemberî rojavayê Kurdistanê zêde bûn e. Lê, heman demê rexneyên berfereh ên navneteweyî dijî Operasyonê hatine diyar kirin.

 

 

C.B