Karwanek leşkerî ya Amerikî gihiştiye Kobanî

Peyamnerê K24 ji Kobanî ragihand, ku karwanek leşkerî ya Amerikî ber bi Kobanî ve hatiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnerê K24 ji Kobanî ragihand, ku karwanek leşkerî ya Amerikî ber bi Kobanî ve hatiye.

Ligor peyamnerê K24, egera êrîşa Tirkiye liser rojavayê Kurdistanê metirsî ligel xelkê deverê peyda kiriye û hatina hêza Amerîkî aramiyek peyda kiriye.

Piştî biryara Serokê Amerikayê ya vekşîna hêzên Amerika ji rojhilatê çemê Firatê, dilgiraniyek berfereh ligel xelkê rojavayê Kurdistanê, niştecihên herêmê, herweha raya giştî ya cîhanê jî peyda kir. Rexneyên tund hemberî vê biryara Trump encam dan, herweha ji alî berpirs û raya giştî ya Amerîka.

Tê payîn, ku Tirkiye Operasyonek sînordarkirî li herêma ewle, ya ku ji alî Hêzên Amerika ve hatî valakirin pêkbîn e, lê heman demê rastî rexneyên berfereh ên herêmê û navneteweyî tê.

 

 

 

C.B