Erdogan ji Putin re “armanca” Operasyonê eşkere kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêwendiyek telefonî encam da û “armanca” Operasyona Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê eşkere kir.
Ligor medya Tirk, Erdogan aniye ziman, ku Operasyona wan a hemberî rojavayê Kurdistanê, dê alîkariya çareseriya siyasî û aştiyê bike.
Erdogan diyar kiriye, ku maf û berjewendiyên gelê Sûriye ji Tirkiye re girîng e û pêngavên wan di vê çarçoveyê de tên avêtin.
Erdogan, liser helwêstên Rûsya beramberî hewlên Tirkiye, herweha spasiyên xwe gihandiye Vladimir Putin.
C.B