Li Serê Kaniyê şer berdewam e
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê da zanîn, li derdora bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) destpê kiriye.
Herwiha got: Firokeyên şer yên Tirkiyê li esmanê Serê Kaniyê difirin û şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û şervanên HSDê de berdewam e.
Hevdem jî, Wezareta Bergîriyê yê Tirkiyê ragihand, artêşa Tirkiyê kariye li bakurê Sûriyê çend xalan û armancan bidest bixe û kontrol bike.
Lê li hemberê HSDê ti zanyariyek ji cureyê piştrast nekiriye.
Ji aliyekî din ve, peyamnêrê K24ê li Kobanê da zanîn, êrîşa Tirkiyê ya esmanî û bejayî ji demjimêr 2:00 berbangî ve hatine rawestandin û niha aramiyek li derdora Kobanî û Girê Sipî heye.
S. B