Tirkiye hêzeke mezin li hember Kobanê kom dike

Artêşa Tirkiyê 4 karwanên leşkerî ku ji tank û cebilxaneyan pêk tê, şand ser sînor û li hember kobanê bicih dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê 4 karwanên leşkerî ku ji tank û cebilxaneyan pêk tê, şand ser sînor û li hember kobanê bicih kiriye.

Êrişên Artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dike, eniyên şer jî her ku diçe berfirehtir dibe.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, şeva bûrî 3 karwanên leşkerî ji Nisêbînê ber bi Pirsûsê li hember Kobanê hatin şandin û îro danê sibê jî karwaneke din ku ji 10 tenkan pêk tê, hat amadekirin û şandin.

Artêşa Tirkiyê jî ragihandibû, ji duhî ve çend karwanên leşkerî ku ji çekê giran pêk dihat derbazî herêma Cerablusê kirin.

Di nav karwanên leşkerî de tirimbêlên barlihelgir ku pireyên demkî bar kiribûn, birine aliyê Cemê Feratê.

 

 

S. B