Erdogan: Bi hatina artêşa Sûriyê re ti pirsgirêk dernakeve

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li ser çûna hêzên artêşa Sûriyê ji bo sînorê Tirkiyê radigihîne: Bi helwesta erenî ya Rûsyayê ti pirsgirêkek rû nade.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li ser çûna hêzên artêşa Sûriyê ji bo sînorê Tirkiyê radigihîne: Bi helwesta erenî ya Rûsyayê ti pirsgirêkek rû nade.

Erdogan berî serdana xwe ya ji bo Azerbaycanê bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser çûna hêzên artêşa Sûriyê ji bo Kobanê diyar kir, dê bi helwesta erenî ya Rusyayê li ser sînor ti pirsgirêk rû nede.

Li ser Menbicê jî Erdogan dibêje ew rêkeftina xwe ya sala bûrî ya bi Amerîkayê re bicih dikin. Peymana me ya bi Amerîkayê re ew bû ku YPG divê di nava 90 rojan de Menbiçê çol bikira. Lê salek derbas bû YPG Minbiçê derneket.

Erdogan tekez kir û got: “Jixwe em naçin Minbicê. Erebên ku xwediyên Minbicê ne, ewê biçin bajarê xwe. Emê jî ewlekariya wan biparêzin.

Serokomarê Tirkiyê red kir ku êrîşa xwe rawestînin û got, Tirkiye heta hemû “teroristan” jinav nebe, ranaweste.

 

S. B