Putin Erdogan vexwand serdana Rûsyayê bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin derbarê rewşa Sûriyê de Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan vexwand Rûsyayê.
Şeva bûrî Putin û Erdogan di pêwendiyeke telefonî de behsa rewşa Sûriyê kirin û her duyan tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyê û nehîştina rûbirûbûna artêşa Tirkiyê û artêşa Sûriyê kirin.
Kremlinê di daxuyaniyekê de da zanîn, Putin û Erdogan tekezî jî li ser berdewamiya proseya siyasî ya Sûriyê û civîna Komîta Destûrê ya dawiya vê mehê li Cenêvê kirin.
Kremlinê jî da zanîn, Putin Erdogan vexwend ta di rojên bê de serdana Rûsyayê bike û Erdogan jî ew vexwandin qebûl kir.
S. B