HSD: Piştî Amerîkî ji Kobanê vekişin, artêşa Sûriyê dikare derbas bibe

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, piştî vekişandina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, artêşa Sûriyê dikare derbasî bajarê Kobanê bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, piştî vekişandina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, artêşa Sûriyê dikare derbasî bajarê Kobanê bibe.

Jêderekî ji HSDê ji ajansa “Alarabiya” ragihand, li gor rêkeftina wan bi artêşa Sûriyê re, artêşa Sûriyê dê derbasî Kobanê bibe, lê piştî ku hêzên Hevpeymaniya Navdewetî jê vekişin.

Got jî, hîna ew zîndanên ku çekdarên DAIŞê tê de dimînin diparêzin, lê tundiya êrîşên artêşa Tirkiyê dê wî karê wan zehmet bike.

Ji aliyekî din ve, peyamnêrê K24ê da zanîn, piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji binkeya Xerp Işk li Kobanî, ew binke rûxandin.

HSD û artêşa Sûriyê lihev kiribûn, ku dê hêzên artêşa Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê belav bibin, di wê çarçovê de jî, yekîneyên artêşa Sûriyê gihîştine Til Temir, Eyn Îsa û Minbicê.

Lê duhî karwaneke artêşa Sûriyê ber bi Kobanê ketibû rê, hêzên Amerîkî rê neda wê, loma ew karwanê artêşa Sûriyê vegeriyabû Minbicê.  

 

S. B