Erdogan: Bila YPG ji rojhilatê Firatê derkeve, em agirbest radighîn in

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan radigihîne: Ger YPG ji rojavayê Kurdistanê derkeve ew dê operasyona xwe rawestîn in

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan radigihîne: Ger YPG ji rojavayê Kurdistanê derkeve ew dê operasyona xwe rawestîn in.

Erdogan di kombûna heftane ya partiya xwe de şertê rawestandina operasyonê eşkere kir û xwest, YPG ji rojavayê Kurdistanê vekişe. Eger na operasyona wan ranaweste û ew li ser şerê xwe rijd in. Erdogan herwiha dibêje, wî di derbarê operasyonê de çi soz neda ye çi kesî,  lê wan welatên pêwendîdar agahdar kirin e.

Erdogan got: “Îşev hemû endamên YPGyê bila hemû çek û alavên xwe bihêlin û ji herêma ewle ko me sînorê wê diyar kiriye derkevin. Ger YPG ji Menbicê heta sînorê Iraqê vekişe operasyona me jî dê dawî were. Divê herkes bersivek erenî bide vê pêşniyara me. Armanca me  ji Menbicê heta sînorê Iraqê kontrolkirina 35 kîlometreçargoşe erd e. Heta em bigihijin armanca xwe ti hêz nikare rê li ber me bigre”.

 

 

C.B