Naveroka guftûgoyên Pence û Erdogan aşker dibe

Ajansa “Reuters” baveroka guftûgoyên di navbera Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li ser zarê çend berpirsên ji her du aliyan belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa “Reuters” baveroka guftûgoyên di navbera Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de li ser zarê çend berpirsên ji her du aliyan belav kir.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence piştî guftûgoyên 4 demjimêran bi serokomarê Tirkiyê Erdogan re, roja Pênçşemê 17ê Cotmehê agirbesteke 5 rojî ragihand.

Berpirsên herdu aliyan didin zanîn, berî civînê reşnivîseke rêkeftinê hatibû amadekirin, lê gelek astengî li pêş gihîştina bi rêkeftinê û rawestandina êrîşê hebûn.

Li gor berpisan, armanc ji rêkeftinê ew bû, rê li pêş krîzeke mirovî were girtin, ku hîşt 200 sivîl ji navçeyên bakurê Sûriyê koçber bibin û ji bo gerentî bê kirin ku malbatên DAIŞê yên li cem YPGê girtî ne werin parastin.

Herwiha pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê jî aloz bûbûn, ku nakokiya di navbera herdu hevpeymanên NATOyê de, hîşt ku Serokê Amerîka sizayên nû li ser Tirkiyê bisepîne û gefa wêrankirina aboriya Tirkiyê xwaribû.

Berpirsekî ku nexwast navê wî bê aşkerekirin ji Reutersê ragihand, gelek nakokî di civînê de hebûn, lê Tirkiyê rijd bû ku divê agirbest ne vekirî be û ji bo demeke diyarkirî be.

Da zanîn jî, xala yekalîker di civînê de ew bû, Erdogan daxwaza diyarkirina dema agirbestê kiribû, ku wî got, divê 24 yan 28 demjimêran be, lê Pence got, ew dem gelekî kurt e û ew nikare jî bixwe biryara wê bide.

Ligel rojdbûna Erdogan ku red kir sazişên din pêşkêş bike, civîneke din ya berfireh hate kirin.

Wê berpirsî got: Piştî danûstandinan, hat rêkeftin ku dema agirbestê 120 demjimêran be, dema rêkeftin li ser dema agirbestê hate kirin, pirsên din bilez birêve çûn.

Reuters dibêje, hin nîşan hene diyar dikin ku agirbesta demkî, hêszan ku zû were şikandin.

Diyarkirina devera “herêma ewle” hîna ne diyar e, Erdogan dibêje, divê bi dirêjahiya 444 K.M û kûrahiya 32 K.M be, lê Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jaffray dibêje, ji wê kêmtir e.

Şeva Pênçeşê agirbest li Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin, lê roja Înê artêşa Tirkiyê bajarê Serê Kaniyê topbaran kir û hejmarek kes şehîd û birîndar bûbûn.

 

S. B