HSD: Tevî ragihandina agirbestê, Tirkiyê êrîş dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk radigihîne, piştî ragihandina agirbestê, di encama êrîşa Tirkiyê li ser gundewarê Serê Kaniyê de 13 şervanên HSDê û welatiyên sivîl canê xwe jidest dane.
Peyvdarê Fermî yê HSDê Gabriyêl Kîno di daxuyaniykê de ragihand, li ser biryara agirbestê li bakur û rojhilatê Sûriyê, hêzên wan li hemû bereyên şer ji demjimêr 22:00 ji roja 17ê Cotmehê pabendî rêkeftinê bûne û ketin rewşa berevaniya rewa û bersivdanê de û hêzên wan ti êrîşek nekirin.
Kîno tekez kir, tevî wê yekê, lê êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên mîlîşyayên bi firoke û topan nehat rawestandin, ku êrîşî Serê Kaniyê kirin û di encamê de 13 şervan û 5 welatiyên sivîl şehîd bûn.
Peyvdarê HSDê daxwaz ji hemû aliyên agirbestê kir, ku li gor biryara agirbestê tevbigerin û tekez kir, ji mafê wan ê rewa ye, bersiva her êrîşekê idin.
S. B