Esper: Êrîşa Tirkiye “dagîrkeriyek bêsînor” e!

Esper êrîşa Tirkiye wekî “dagîrkeriyek bêsînor” binav kir, herweha destnîşankir ku vê êrîşê têkoşîna Hêzên Hevpeymanan ligel hêzên Kurd hemberî DAIŞê xiste metirsiyê de

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê bergirî yê Amerikayê Mark Esper, nêzîkahiya Tirkiye ligel Rûsyayê bi rêyek şaş pênase kir.

Mark Esper di Weqfa Marshall a Almanî de, êrîşa Tirkiye beramberî rojavayê Kurdistanê nirxand.

Esper êrîşa Tirkiye wekî “dagîrkeriyek bêsînor” binav kir, herweha destnîşankir ku vê êrîşê têkoşîna Hêzên Hevpeymanan ligel hêzên Kurd hemberî DAIŞê xiste metirsiyê de.

Ligor Wezîrê Bergirî yê Amerikayê “Tirkiye hevpeymanî xiste rewşek gelek xerab de û divê Tirkiye wekî berê, erkên hevpeymaniyê bicîh bîn e. Lê, Tirkiye bi nêzîkahiya ligel Rûsyayê bi rêyek şaş ve diçe”.

Esper herweha got, ku: “Liser pêwendiyên pêşerojê ligel Tirkiye NATO jî û endamên hevpeymaniyê jî, dive nexşereyek pêkbîn in. Em divê liser vê nexşereyê kar bikin. Li Tirkiye bi mirovên di rêya rast de pêwendiyan pêkbîn in û pêş bixin. Di vê çarçoveyê de pêwendiyên serbazî xwedî giringiyek taybet in. Ji wir, em dikarin destpê bikin”.

“Tirkiye, gava di sala 2014an de, me ligel HSD pêwendî danîn, nerehetiya xwe anî ziman. Di herêmê de du operasyon encam dan. Jiber vê yekê, ev operasyona dawî jî, ne ji nişkê ve hat”.

Wezîrê Bergirî yê Amerikayê anî ziman: “Ligel Tirkiye, ku ji sala 1952an endamek û hevpeymanek giring ê NATO ye, şer pêkanîn ne mumkin e. Peymana me ligel Kurdan jî, liser têkbirina DAIŞ bû. Me tu caran soz a pêkanîna dewletek otonom neda ye wan. Li hember Tirkan jî, soz a parastinê neda ye wan. Ev rastiya texl e”!

 

 

 

C.B