Karwaneke hêzên Rûsî gihîşt Qamişlo

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, îro hêzeke Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê di nava bajarê Qamişlo re derbas bû û berê xwe da bajarokê Amûdê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, îro hêzeke Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê di nava bajarê Qamişlo re derbas bû û berê xwe da bajarokê Amûdê.

Şanderê K24ê li Qamişlo Îslam Yûsf da zanîn, îro piştî nîvro karwana Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê di nava bajarê Qamişlo re derbas bû û berê xwe de bajarokê Amûdê.

Ev gava gihîştina Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê bo bajarokê Amûdê piştî rêkeftina 22ê Cotmeha 2019an a di navbera Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li bajarê Soçî tê.

Yek ji xalên rêkeftinê ew e, Ji demjimêr 00:00 ji roja 23ê Cotmeha 2019an ve, Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê û Pasewanên Sînor yên Sûriyê derbasî ser sînorê bi Tirkiyê re dibin, lê ew yek Girê Sipî û Serê Kaniyê yên di destê artêşa Tirkiyê de ne, lixwe nagire.

Derbasbûna Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê û Pasewanên Sînor yên Sûriyê ji navçeyên sînorî re jî, ji bo hêsankirina vekişîna hêzên YPGê 30 K.M dûrî sînor e. Herwiha divê di heyama 150 demjimêran de proseya vekişîna YPGê bidawî bibe. 

 

 

S. B

Karwaneke hêzên Rûsî gihîşt Qamişlo
Karwaneke hêzên Rûsî gihîşt Qamişlo
Karwaneke hêzên Rûsî gihîşt Qamişlo
Karwaneke hêzên Rûsî gihîşt Qamişlo
Karwaneke hêzên Rûsî gihîşt Qamişlo
Karwaneke hêzên Rûsî gihîşt Qamişlo
Karwaneke hêzên Rûsî gihîşt Qamişlo
Karwaneke hêzên Rûsî gihîşt Qamişlo