Rûsya: HSD hêzên xwe ji “devera ewle” vekşandin

Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Shoygu ragehand, Hêzên Kurdî hêzên xwe bi temamî ji devera ewle ya li bakurê rojhilatê Sûriyê beriya bidawîbûn a dem a diyarîkirî, bi temamî vekişandiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniya Rûsya radigehîne, beriya bidawîbûn a demê agirbestê, HSDê hêzên xwe ji devera ewle ya bakurê rojhilatê Sûriyê vekişandiye.

Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Shoygu ragehand, Hêzên Kurdî hêzên xwe bi temamî ji devera ewle ya li bakurê rojhilatê Sûriyê beriya bidawîbûn a dem a diyarîkirî, bi temamî vekişandiye.

Yek ji xalên rêkeftina Serokê Rûsyayê Vladîmir Putin û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, ew bû, ku HSDê hêzên xwe ji ser sînorê Tirkiyê, bi kûrahiya 32 kêlometran vekişîne.

 

 

C.B