Seredana Erdogan bo Waşington dikare hilweşe

Receb Tayyib Erdogan: “Yên ku dîroka wan, tijî tevkujî, zordestî, dagîrkerî ye, mafê wan a axaftinê beramberî Tirkiye nîn e”...

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî biryarên Civata Nûneran a Amerikayê liser – Nasandina komkujiya dijî Ermeniyan û Dorpêç liser berpirsên Tirkiye, girêdayî êrîşa hemberî rojavayê Kurdistanê, seredana Serokomarê Tirkiye Receb Tayyib Erdogan bo Amerikayê dikare hilweşe.

Erdogan piştî gotara xwe ya îroyîn li grûba parlementerî ya AK Partî de, ku axaftina wî taybet bi rexneyên hemberî welatên Rojava û Amerika bû, liser pirsek a seredana Amerikayê, ku di 13ê Mijdarê de, dê pêk hatiba, diyarkir, ku: “Min hîn jî, biryar neda ye. Gelek xalên tevlîhev hene”.

Erdogan liser biryarên Civata Nûneran a Amerikayê jî got: “Yên ku dîroka wan, tijî tevkujî, zordestî, dagîrkerî ye, mafê wan a axaftinê beramberî Tirkiye nîn e”.

 

 

C.B