Haco: Nabin şahidê destûrekê mafê Kurd tê de bicih nebe

Îro li Cenêvê li avahiya Netewên Yekgirtî, bi serperiştiya Netewên Yekgirtî 150 endamên Komîta Destûrê ji hersê lîsteyan yekem civîna xwe girê dan.
kurdistan24.net

 

Îro li Cenêvê li avahiya Netewên Yekgirtî, bi serperiştiya Netewên Yekgirtî 150 endamên Komîta Destûrê ji hersê lîsteyan yekem civîna xwe girê dan.

Derbarê naverokê civîna îro, Endamê Kurd di Komîta Destûrê ya Sûrî de Kamîran Haco ji K24ê re ragihand, îro civîna destpêkê bû û tê de Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen û serokê civînê Hadî El Behra ji aliyê opozîsyonê û Ehmed Kizberî ji aliyê rêjîmê ve gotar pêşkêş kirin.

Haco da zanîn jî, sibe jî civînek bi beşdariya hemû 150 endamên komîteyê dê bê lidarxistin û beşek ji endaman dê nerînên xwe bibêjin.

Aşkere kir, tiştê îro balkêş ew bû, nûnerê rêjîma Sûriyê di gotara xwe de diyar kir ku, ew herdu bijardeyan qebûl dikin, yan destûra heye dê bê gengeşekirin, yan jî destûreke nû dê bê danîn, ku pêştir ev yek aliyê rêjîmê ve nedihat qebûlkirin.

Li ser bicihkirina mafên Kurdan di destûra Sûriyê de, Haco got, hîna Komîta Destûrê dest bi karên cidî nekiriye, dema civîna Komîta Biçûk a ji 45 kesan pêk tê dest bi karê xwe bike, wê demê dê bê zanîn ka ta çi astê mafên Kurdan dê bên bicihkirin, yan dê astengî hebin.

Endamê Kurd di Komîta Destûrê de Kamîran Haco got jî: Bicihkirina hemû mafên Kurd di destûrê de ne karekî hêsan e. Di nava aliyê rêjîmê û di nava aliyê opozîsyonê de jî nerînên cuda hene, lê ya girîng ew e, dengê Kurd heye û daxwaza mafên xwe dike. Bê gûman jî emê nebin şahidê destûreke Sûrî ku mafê Kurd tê de bicih nebe.

     

S. B