Şanda ENKSê li Cenêvê bi şanda Amerîka û Japonyayê re civiya

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Cenêvê bi Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Joel Rayburn civiya û guftûgo derbarê rewşa Sûriyê de kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Cenêvê bi Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Joel Rayburn civiya û guftûgo derbarê rewşa Sûriyê de kirin.

Şandeke ENKSê ku ji herdu endamên Komîta Destûrê Kamîran Haco û Ebdilhekîm Beşar û endamê Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê Îbrahîm Biro pêk hatibû, li Cenêvê bi Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Joel Rayburn civiya.

Derbarê wê civînê de endamên Komîta Destûrê Ebdilhekîm Beşar ji K24ê re ragihand, di civînê de guftûgo li ser Komîta Destûrê, piştevaniya Amerîka jê re, çareserkirina krîza Sûriyê li gor biryara navdewletî 2254 û berdewamiya fişara Amerîka li ser rêjîma Sûriyê hatin kirin.

Diyar kir jî, herdu alî hevnerîn bûn, ku divê rewşa rojhilatê Firatê bi riyên siyasî bê çareserkirin û bijardeya leşkerî bê dûrxistin û herwiha pêwîst e Pêşmergeyên Roj û ENKSê di her çareseriyekê derbarê pêşeroja Sûriyê de beşdar bin û PKK destêwerdanê di karûbarên Kurdên Sûriyê neke.

Ebdilhekîm Beşar got jî, şanda ENKSê di civînê de tekezî li ser çareseriya siyasî bo Sûriyê li gor biryara navdewletî 2254, gerentîkirina mafên Kurdan di destûrê de û parastina pêwendiyên baş bi welatên cîran re kir.

Endamê şanda ENKSê da zanîn jî, şanda ENKSê şeva bûrî jî bi şanda Wezareta Derve ya Japonyayê re civiya û guftûgo derbarê piştevaniya Japonyayê ji mafên Kurd di destûrê de û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo koçberên Rojavayê Kurdistanê yên nû gihîştina başûrê Kurdistanê hatin kirin.

 

 

Civîna şanda ENKSê bi şanda Wezareta Derve ya Japonyayê re
Civîna şanda ENKSê bi şanda Wezareta Derve ya Japonyayê re

 

S. B